Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, Yapicioglu zîyaret kir

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, Yapicioglu zîyaret kir

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê, di zîyaretkirina Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê de banga karsazan a ji bona li welatên wan veberhînan bikin kir.

Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ku ji bona beşdarî Hevdîtina Aliman a 7emîn bibe hatibû Diyarbekirê, di çarçoveya xwe yên li zîyareta bajêr de Yapiciogluyê di Serokatîya Bajar a Diyarbekirê ya HUDA PARê de zîyaret kir.

Yapicioglu, kêfxweşîya xwe ya ji zîyaretê bidestxist anî ziman û daxwaz kir ku bila ev zîyaret bibe wesîleya xêrê.

Yapiciogluyê ku diyar kir ew ji Mucahîd derheqê tiştên dawîn ê li Efxenîstanê de hene agahîyan bidestxist, bi bîr anît ku ew di axavtina xwe ya ku çend roj berê di civîna ÎTTÎHADUL ULEMAyê de kiribû fikr û ramanên xwe yên derheqê rewşa Efxenîstanê de agahîyan da.

Yapicioglu: “Ji bona ku Efxenistan ji nû ve rabe wezîfe bi hemû kesan dikeve”

Yapicioglu di axavtina xwe de destnîşan kir ku Efxanistan ji ber îşxalên Rûsyaya Sovyet û Emrîqayê pirsgirêkên mezin kişand û axavtina xwe weha domand, “Binesazîya Efxenistanê ji ber herba ku dirêj berdewam kir zerarê dît, kehnîyên însanan gelek zerarên mezin dîtin, kehnîyên wan ên îqtîsadî hêna jî ji ber embargoyan bi temamî nayê şixulandin. Em bi vê wesîleyê cardin ji welatên Îslamê re bang dikin. Çêkirina minasebetên sîyasî, çandî û hemû tişt a kirina bi wan birayên xwe re û girtina destê wan deynekîye û li ser me ye.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku xeyn ji welatên Îslamê wezîfe bi rêxistinên civakî a sîvîl, karsaz û hemû kesan dikeve, “Hemû kes wezîfeya xwe ya derheqê rakirina Efxenistan ya ji nû ve, domandina hizur û sikûnet, çêbûna rehetîyê ya ji nû ve de bi kar bîne bi înza Xwedê ew ê birayên me piştî ewqas zehmetîyan rehetîyê bibînin.”

Mucahîd: “Lazimatîya welatê me ji alîkarî û îqtîsadîyê re heye”

Mucahîdê ku ji Yapicioglu û rayedarên ku wê hewandin re sipasîyan kir û îfade kir ku ew bûyîna xwe ya ji li vê derê gelek kêfxweş e.

Mucahîd piştî axavtina xwe ya sipasîyê de qala pirsgirêka ku Efxenistan dijî û tiştên ku ji bona welatê wê bê kirin kir, “Daxwazîya me ya ji xelqê Tirkîye û dewletê wê û dostên me yên li vê derê; Xelqê Efxan di çend salên dawîn de rûberûyê gelek pirsgirêkên ciddî bûne. Em dikarin ku bibêjin herb di welatê me de nû qedîyaye. Ji ber vê yekê lazimatîya welatê me ji projeyên alîkarî û aborîyê re heye.”

Mucahîdê ku ji karsazan re banga veberhênanê kir weha axivî, “Em dixwazin ku karsazên Tirkîyeyî ji ferseda ku li Efxenistanê pêk hatîye îstîfade bikin. Li welatê me ewlehî û bawerîya ku bû 40 salan e çênebûye wa niha çêbûye. Ev jî ji bona veberhênanan holeke û rewşeke hazir û gelek xweşik e. Dibe ku hikumeta Tirkîye, xelqê Tirkîye, karsazan, aliman û kesên ku bi me re wek hev difikirin alîkarîyê bidin me, li Efxenistanê dikarin veberhênanan bikin. Ew bi kirina veberhênanên xwe him bi xwe feydeyê bibînin û him jî xelqê me feydeyeke mezin bibîne.”

Mucahîd, axavtina xwe weha domand:

“Em dikarin ji tecrûbeyên Tirkîyeyê îstîfade bikin. Em dikarin bajarên xwe ji nû ve lê bikin. Bi ‘eynî şeklê em dikarin ceryana xwe hilbirînin. Lazimatîya van veberhênanên me ji sermaye û hevkarîya bi Efxanan re heye. Daxwazîya me ji karsaz û tacirên ku li Tirkîyeyê dijîn û ji bo welatên xwe di rabûn û pêşvebirinê de bûne xwedîyê tecrûbeyê ev e ku bila ev tecrûbeyên xwe bidin Efxenistanê jî. Ew dikarin di maden, lê kirin û tiştên cuda de veberhênan bikin. Daxwazîya me ya ji dostên Tirkîyeyî ev e ku bila alîkarîyê bidin me, di rabûn û pêşveçûna Efxenîstanê de ya wek Tirkîyeyê pêşdarîyê bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.