Zêdebûna Întîhara Eskeran
Li Qişlayê Hejmara Întîharan Bi Ser Yên Di Şer De Hatine Kuştin Ketiye
Li gor komîsyona meclîsê ya heqên însanan, tê îfade kirin ku di qişlayê de ji ber me’mela xerab esker xwe întîhar dikin. Li gor deh salên dawîn, hejmara eskerên xwe întîhar kirine, bi ser hejmara eskerên di şer de hatine kuştin ketiye.
Komîsyona meclîsê ya heqên însanan, di serokatiya parlementerê AKPê Ayhan Sefer Ustun de, civiya û li însîyatîfa sivîl ya heqên eskeran guhdarî kir. Di xeberdanan de hat diyar kirin ku di qişleyan de, me’mela xerab û îşkence tên kirin.
Ustun wiha îfade kir “Di 2 sal û nîvê dawîn de 175, di 10 salên dawîn de jî bi temamî 934 esker xwe întîhar kirine. Lê di 10 salên dawîn de di şer de 818 personelên eskeriyê hatine kuştin. Van reqem divê neyên qebûl kirin. Ji bo vê meselê, hewce ye çare bê dîtin.”
Di komîsyonê de, alîkarê musteşarê wezareta parastina mîllî Tuğgeneral Akîf Vûrûcû jî hat guhdarîkirin. Akîf îfade kir ku, di 5 salên dawîn de, ji ber me’mela xerab, 3 hezar û 476 amîrên bi rutbe sewkî mehkemê bûne. Salê, nêzî 140 hezar esker, ji ber nexweşiyên psîkolojîk muracaetî serwîsa PDRê bikin.” www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.