Zêdetirî 2 milyon kesan bûn hecî

Zêdetirî 2 milyon kesan bûn hecî

Ji zêdetirî 2 milyon Mislimanên ku axên muqaddes ziyaret kirin wezîfeya xwe farîzeya hecê bi cî anîn û bûn hecî.

Namzedên hecîbûnê roja Arafê ji avaçûna rojê heta şeveqa roja ewil a eydê li Arafatê ketin weqfê.

Piştî weqfê namzedên hecîbûnê diaya weqfê kirin û dû re şeytan dan ber keviran. Ew ê namzed heta roja 4emîn a eydê şeytan bidin ber keviran.

Hat ragihandin hejmara kesên ku îsal berê xwe dana axaên muqaddes 2 milyon û 352 hezar û 122 kes e. Li gor daneya ku ji teref Saziya Îstatîska Erebistana Siûd di van 5 salên dawî de herî zêde îsal zêdetir kes ji bo farîzaya hecîbûnê hatine axên muqaddes.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.