Zekerîya Yapicioglu , bi rîspîyan, akademîsyen û temsîlkarên civata sîvîl re hevdîtin kir

Zekerîya Yapicioglu , bi rîspîyan, akademîsyen û temsîlkarên civata sîvîl re hevdîtin kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, bi rîspîyan, akademîsyen û temsîlkarên civata sîvîl ên ku li Sêrtê fealîyetan dikin re hevdîtin kir û bi wan re îstîşare kir.

Yapicioglu ji bona hinek zîyaretan li Sêrtê ye û beşdarê bernameya ku teşkîlata partîya wî tertîp kirîye bû.

“Em di van zîyaretên xwe de dixwazin ku ji nêrînên cuda îstîfade bikin”

Yapicioglu di serê civînê de axavtineke kurt kir û weha got, “Hatina me û tertîpkirina me yê di vê civînê de armanceke me heye. Em dixwazin ku sazîyên civatên sîvîl re werin cem hev û nêrînên wan ji wan hîn bibin. Piranî em dixwazin ku heta ku em fikrên xwe qala wan bikin ji wan fikrên wan hîn bibin. Dema ku ji me re derheqê meseleyek de fikrên û nêrînên me bên pirsîn em jî ji bona ku nêrînên xwe û fikrên xwe ji wan re bibêjin micadele dikin.”


“Hevdîtin kirina bi mirovên ku derheqê meseleyên welat de serê xwe diêşînin re ji bona me dewlemendîyek e”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku ew bi tevî bidestxistina fikrên cuda hevdîtin kirina bi mirovên ku derheqê meseleyên welat de serê xwe diêşînin re ji bona wan dewlemendîyek e û weha axavtina xwe domand, “Heta ku ji destê me tê em xîret dikin ku ji wan îstîfade bikin û di vê çarçoveyê de dixwazin ku we gohdar bikin. Em rexneyên ku derheqê me de ne û hûn dixwazin ku derheqê me de tiştan hîn bibin anjî bipirsin, gotinên we yên ku derheqê Sêrtê de, derheqê giştîyê welat de, hetta derheqê ‘erdên fireh de hebin em dixwazin ku we gohdar bikin.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew derheqê meseleyên welat de çi ji destê wan bê ji bona ku bi kar bînin ew ê micadele bikin, civîn jî piştî vê axavtina Yapicioglu ji çapemenîyê re girtî hat tertîpkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.