Zekerîya Yapicioglu kî ye?

Zekerîya Yapicioglu kî ye?

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ew ê di hilbijartinên parlementerîyê ji lîsteyên AK Partîyê li Stenbolê têkeve hilbijartinan. Bîyografîya Yapiciogluyê ku dê li Stenbolê ji herêma 3yemîn di rêza 4an de bikeve hilbijartinan tê meraqkirin.

Yapiciogluyê ku di sala 1966an de hat dinyayê 3 heyaman serokatîya HUDA PARê kir hêj serokê giştî yê HUDA PARê ye.

Zekerîya Yapicoglu kî ye?

Yapiciogluyê ku di sala 1966an de hat dinyayê mekteba destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê temam kir. Yapiciogluyê ku fakulteya hiqûqê qezenc kir di sala 1988an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû. Yapiciogluyê ku di salên 1990-2012yan de parêzertî kir di nav wan kesên ku damezrînerên HUDA PARê de ne cihê xwe girt.

Yapicioglu di Kongreya Mezin a Asayî ya Yekemîn a ku li Enqereyê di sala 2013yan hat kirin de ji serokatîya giştî yê HUDA PARê re hat hilbijartin. Yapiciogluyê di sala 2015an de wek namzedê serbixwe beşdarî hilbijartinan bû di Kongreya Mezin a Asayî ya Duyemîn a ku li Enqereyê di sala 2016an hat kirin de cardin ji serokatîya giştî yê HUDA PARê re hat hilbijartin.

Yapiciogluyê ku a niha jî serokê giştî yê HUDA PARê ye zewicandî û bavê 5 zarokan e.

Yapicioglu ji bilî Kurdîya ku zimanê wî ya zikmakî ye di asteke baş de bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngîlîzî jî dizane.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler