Zekerîya Yapicioglu: Qetlîamên Durumlu û 6-8ê Cotmehê rewşeke ku di dîrokê de gelek hindikin in

Yapiciogluyê ku di çarçoveya gerînên xwe yên welat de zîyaretên xwe didomîne, li gundê Herbecina ku meseleya ku di bîra mirovan de Qetlîama Durumluyê hatîye nivîsandin hinek zîyaretan li dar xist.

Yapiciogluyê ku li Dîyarbekirê, Gundê Herbecina ku nêzê 6 sal berê 16 kesên ku di encama teqîna qamyona bi bombe tijîkirî a ji teref PKKê ve hatibû teqandin de zîyaret kir, bi nasên kesên ku rehmet kiribûn re hat cem hev, pirsgirêk û diltengîyên wan gohdar kir.

Yapiciogluyê ku piştî zîyaretî daxuyanîyan da, diyar kir ku ew ji vê qetlîamê gelek dildar in û ew di dîrokê de wek qetlîama ewakî û wek qetlîama 6-8ê Cotmehê de leqayê wê qet nehatîne.


“Li Durumluyê bûyereke ku wê qet neyê jibîrkirin pêk hat”

Yapicioglu diyar kir ku ew piştî şobê dest bi zîyaretên xwe yên welat kirin, “Em di çarçoveya ev zîyaretên xwe de carna navendên bajarên xwe û carna jî gundên xwe zîyaret dikin. Îro jî em li Durumluya ku di 12ê Gulana 2016an de qetlîamekî hatibû jiyankirin in. Bûyereke ku ew ê qey neyê jibîrkirin e. Di teqîneke ku bi tonekî hat kirin de 16 birayên me bi wehşetî hatin qetilkirin. Em cardin gorên wan birayên xwe yên ku hatin qetilkirin zîyaret kir, sersaxîyê dan ji eqrebeyên wan re.”


“Xwedayê min bila cardin janeke ewakî ji tu kesê re nede jiyankirin”

Yapicioglu destnîşan kir ku ew di vê zîyaretê de pirsgirêk û diltengîyên gundîyên Herbecinê gohdar kir û axavtina xwe weha domand, “Bi îzna Xwedê ew ê xebata me ya ji bona pirsgirêkên wan ên ku anîtine ziman bihgêje cihên eleqedar wê çêbibe. Rêya gund ne baş e, hinek daxwazîyên wan ê derheqê pirsgirêka av û bûyîna nav statûya şehîdan û ku kesên hatine qetilkirin hene. Xwedayê min bila cardin janeke ewakî ji tu kesê re nede jiyankirin. Xwedê bila ji zaliman re cardin firsedê nede Înşaallah.”


“Qetlîama Durumluyê û 6-8ê Cotmehê rewşeke wisa ne ku di dîrokê de tu mîsala wan tuneye”

Yapicioglu, bal li ser 6-8ê Cotmehê yê ku Yasîn Borû û hevalên wî ên ku di Îda Qurbanê de ji feqîran re goştê qurbanê belav dikirin û ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin kişand û got li ser şehadeta wan 8 sal derbas bûn û ev qetlîam û qetlîama Durumluyê qetlîameke wisane ku di dîrokê de bûyereke wek wan tineye, “Tiştê ku li Durumluyê hat jiyankirin û di 6-8ê Cormehê de hatin jiyankirin rewşeke wisane ku di dîrokê de mîsala wan tineye. Salên 2014,2015 û 2016an salên wisane ku di dîrokê de salên ewakî ez dikarim ku bibêjim pêk nehatine. Dîroka rijandina xwînê qasî dîroka însanan kevn e û kuştina însanekî wek kuştina mirovatîyê ye. Xwedê Teala ji hemûyan re rehma xwe bibarîne û bi rehmeta xwe bi wan re miameleyê bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.