Zeviyê ez diçînim pereyê wê kesên distînin

Zeviyê ez diçînim pereyê wê kesên distînin

Cotkarên ku di zeviyên kirêkirine de dexil diçînin ji ber ku paketa teşwîkê di şûna wan de didin xwediyê zeviyê ew gilîdar in.

Cotkarên Xarpêtî yên ku di zeviyên kirêkirine de dexil diçînin diyar kirin ku ew ji pakêta ku ji teref Wezaretiya Xurek Çandî û Heywandariyê pêşniyazê wan kiriye fayde nabînin û diyar kirin ku mexdûriyetên cotkaran eleqe nayê kirin.

Cotkaran ragihandin ku karê çandinê ew bixwe dikin, zehmetiyê ew dikêşin. Lê di gel vê yekê pakêta piştgirî û teşwîqê xwediyê zeviyan distînin. Ev yek jî adilane nîne.

Hakki Aydogan mijarê wiha rexne kir: Em wek cotkar nayên hesibandin. Lewra em piştgiriyeke ji dewletê nabînin. Ji ber ku tepûyên me tune em nikarin piştgiriyê bigirin. Lê kesên ku tepûyên wan hene ji hemî derfetên wek piştgirî sûdê dibînin. Ji ber ku em fayde ji vê piştgiriyê nabînin em xwe wek cotkar nahesibînin. Em vê yekê bes ji bo mesrefê dikin. Zeviyê ez diçînim. Pereyê yekê din distîne.”

Ji cotkaran Yucel Aydogan qala zehmetiyên ku ew dikêşin kir. Aydogan düvre wiha diyar kir: “Divê ku dewlet piştgirî bide cotkaran. Dibe ku dewlet piştgirî dide cotkaran. Lê ji vê yekê kesê ku zeviyan diçîne rasterast sûdê ji piştgiriyê nabînin. Ev piştgirî ya diçe cem xwediyê zeviyê yan jî diçe cem kesên ku hewl didin ji bo vê piştgiriyê pêşbazî dikin. Ez dizanim piştgirî ji kesên ku bi karê heywandariyê dikin re tê dayîn. Lê ev piştgirî naçe ji wan bi xwe re.”

 “Tevahiya zeviyan vala ne”

Aydogan diyar kir ku dor salên borî çandinî pir kêm bûye. Dûvre Aydogan wiha pê de çû: “Tê bîra min ku me 300 ton pincar dida karxanê. Îro em ne zilamên ku zêde cotkarî dikin jî 100 ton nadin karxanê. Qezenc nake ku çandinî bike. Di salên 90an de qezenc zêde bû. Lê niha tevahiya zeviyan vala ne.”

Aydogan ragihand ku karê rêncberî û cotkariyê pir bi zehmet e. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Cotkarî şiklê herî zehmet a jiyanê ye. Yek jî heke cotkar pere qezenc neke vê karê nake. Mirov li gelek kesan mêze dikî 100 donim erdê wan hene lê zarokên wan bi mizeya kêmtirîn dixebitin. Heke qezenc neke çi bike? Di heyama hesadê de makîneyên dirûtinê tên em qe ne destê xwe jî nadin zeviyê. Di vî halê de jî kesî tiştek nake. Lewra qezenc tune.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.