Zewac Daket, Hevberdan Zêde Bû
Dûrketina ji Îslamê, zeîfbûna me’newiyatê, xerabûna exlaq û tiştên heram dibin sebebê bêhizûr û nexweşiyan
Dûrketina ji Îslamê, zeîfbûna me’newiyatê, xerabûna exlaq û tiştên heram dibin sebebê bêhizûr û nexweşiyan. Ji wan nerihetiyan herî zêde malbat zirarê dibîne.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê, îstatîstîkên zewac û hevberdanê yên sala borî weşand. Li gorî rapora saziyê, di hejmara zewacê de bi qasî ji sedî sifir noqte 6 daketin, di hejmara hevberdanê de jî, ji sedî 1 noqte 6 zêdebûn pêk hatiye. Par 125 hezar û 305 heb hadîseyên hevberdanê pêk hatine.
Di raporê hat gotin par, zewaca herî zêde li herêma başûrê rojhilatê pêk hatiye, ya herî hindik jî li herêma Behra Reş pêk hatiye. Herêma ku herî zêde hevberdan lê qewimîye Ege, ya herî hindik jî herêma Rojhilatê ye
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.