Zîhniyeta Sîstemê Ne Li Gor Heq û Edaletê ye
Sedat Şeran, ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî, ev serê 20 sala ye ku di hepsan de ye. Çendakî berê diya wî rehmet kir.
Sedat Şeran, ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî, ev serê 20 sala ye ku di hepsan de ye. Çendakî berê diya wî rehmet kir. Li ser muracaetê, Sedat Şeran bi kelebçe anîn teziya diya wî. Lê bi qasî saetekê jî nehiştin ku teziyê bike. Vê tevgera edlî û wezareta edaletê, mîna skandal hat îfade kirin. Ji xwe berî niha, îzin nedabûn gelek girtiyên dîndar ku herin teziyan. Lê belê girtiyên derbekar û Ergenekonê bi rojan çûbûn teziyên merivên xwe.
Li ser vê neheqiyê, ji platforma hurriyetên însanî û baweriyê, şêwirmendê hiqûqê parêzer Xalîs Yetkîner, ji ajansa Îlkeyê re xeber da. Yetkîner da zanîn ku neheqî û bêhiqûqiya li ser xwestina Sedat Şeran, netîca problemeke giştiye. Yetkîner wiha got “Ev derd û pirsgirêk, bi sîstemê re, bi zîhniyeta sîstemê re eleqedar e. Bi bawerî û zîhniyeta yargi, qanûndanîn û rêvebirinê re eleqedar e. Pergal û rêk û pêkkirinên li Tirkiye tên kirin, di tetbîqê de bêedaletî diqewimînin.”
Xalîs Yetkîner wiha dewam kir “Rêz û pergal li gor şexsa tên kirin. Rêveber û kesên xwedî qawet, di vê bîlîncê de ne. Eger yekî qels û feqîr, bixwaze ji qanûnê îstîfade bike, bi 30-40 eskerên cendermê re, dest girêdayî û bi kelepçe diçe mezergeh û teziyê. Lewra zeîf e û feqîr e.”
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.