Zilamê 43 salî yê windabûyî wek mirî hat dîtin

Zilamê 43 salî yê windabûyî wek mirî hat dîtin

Îbrahîm Yilmazê ku berî vê 3 rojan piştî ku ji mala xwe derket qet xeber jê nehat standin wek mirî hat dîtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Îbrahîm Yilmazê 43 salî yê ku li Wêranşara Rihayê dijî bo kar ji mala xwe derket û cardin xeber jê nehat standin. Yilmazê ku heta 3 rojan xeber jê nehat standin piştî xebatên lêgerînê yên ku ji teref cendirmeyan ve hat kirin de digel wesayîta xwe di nava qanala avdanê de hat dîtin.

Di encama xebata ku hat kirin de bedena bêrih ê Yilmaz ji qanala avdanê hat derxistin û bo otopsiyê hat birin Rihayê.(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.