ZIMANÊ DAYIKÊ-1

Têgeha Ziman

Nî’metên ku Xwedayê Te'ala dane însan, bi jimarê nayên hesab û qedandinê. Lê belê ji wan ên ku însan ji heywanan cûda dikin, 'eql û raman in û ji wan re jî hunera axaftina taybetmendî ye. Ê vêya pêk tîne jî zimane. Ji bo ziman bi hezaran t'arîf hatine kirin. Bi kurtî ziman yanî lîsan, wasîteya ku fikr û raman û bihîstinên însanan eşkere dike. Yanî ziman, jibo lihevkirin û têkiliya însanan wasîteyeke. Hatîye qebûlkirin ku meriv hîs û raman û hêvî û xwestekên xwe bi vê wasîteyê îfade bike, radigihîne kesên din. Ziman, belkî ji vêya zêdetir gelek tiştan îfade dike. Her civak, bi zimanî ku pê diaxive, dîrok û çanda xwe belav dike.

Bi M'aneya Giştî Ziman

Ziman wasîteya tab'iî ye ku lihevkirina navbeyna însana pêk tîne. Ziman di nav qanûnê xwe de heyîneke zindî ye ku dijî û pêş de dihere. Ziman milletê dike yek, diparêze û wek sazîyeke civakî, qedra muşterek a milletê ye. Ziman avahîyeke civakîye ku bi sed salan pêşve çûye û hatîye meydanê. Ziman wek torek e ku ji dengan hatîye hûnandin. Ziman têkilîya di nava însana de pêk tîne û benda civatê serrast dike; di her merhela jîyana me de bi me re ye. Li malê, li dibistanê, li kolanan, li çarşîyê, li kargehê, li her cihî bi ziman em di nav hevde dijîn.

Di dema dayikbûnê de ziman nayê zanîn. Însan di mehên ewil de bi girîn, hinek teqlîd û tevgeran bi derdora xwe re têkiliyê dike. Zarok zimanê dayikê di civata ku tê de dijî, di demek dirêj de hîn dibe. Ziman her daîm, parçeke şexsiyeta însane ku jê naqete.  Jîrayîya însan û qabîlîyeta hîs û ramanên bêsînor, encax bi zimên derdikevin holê û însan bi ziman neqlî hev dikin. Ji ber vê yekê ziman û raman di nav hevde ne. Însan bi ziman difikire û jîyana xwe didomîne. Pêşveçûna ziman, bi raman ve girêdayî ye. Her wiha pêşveçûna ramanê jî bi ziman ve girêdayî ye. Ramanê ku bûye wesîla avabûna medenîyetê û pêşveçûna wê, deyndarê zimane.

Raman bi rewşê ger bibe sûretek, dibe tefekkura milletekî, ev jî bi ziman ava dibe. Qedr û nirxên her milletî bi ziman tên îfadekirin, hiş û hafiza civakê jî li gorî ziman ava dibe. Ji lew cemiyeta ku bixwaze zimanê xweyê qedîm yanî hafiza xwe muhefeze bike; gere qedrên 'aydiyê xwe muhefeze bike û pê re jî zarûret heye ku yên mewcûd zêde bike û bipêş bixe.

T'arîfa Zanistî a Ziman

Tarîfa zanistî a ziman, di 'esra 19an de bi xebatên zimanzanên wek Ferdinand de Saussure, piştî avabûna zimanzanîna giştî a modern hatiye kirin. Esasen ziman, gava mefhûmek û dengê wê yê di zihîn de têkilî hev dibin der tê holê. Ev têkilî ne siruştî û hewce ye. Mîsal; jibo mefhûma "kûçik" Îngilîz dibin "dog", Almanî dengê "Hund" û Fransî jî "chien" telafûz dikin. Digel vêya divê têkiliya îmaja mefhûm-deng, jibo ferdên ‘eynî civatê mecbûrî be. Ya na lihevkirina civatê pêk nayê. Du wesfên esas hene ku zimanê însan ji yê hemî heywanan cûda dike. Ya ewilî; zimanê însan wekî zimanê heywana bi irsîtî nayê kesibandin, ‘eksê vêya zimanê însan, di nav civakê de bi hînbûnê tê 'elimandin. Di vê pêvajoya hînbûnê ku di şert û mercên cûda de nifş be nifşan pêk tê de mumkune ku di ziman de guhertin çê bibe. Zimanê însan pirçeşîdî ye, muqabil vêya zimanên heywanan naguherin, evya jî netîceke ferqa di navbeyna kesibandina herdu zimanan de ye. Ya duda; nîşanokên unsûrên zimanê însan, mumkun e ku jêk bibin bi bal parçeyên pir zêde biçûk ve. Ev parçeyên biçûk bi teşeyên muxtelîf ger bibin yek, unsûrên nû yên ziman, me’neyên nû, peyvên nû der tên holê. Lê di zimanên heywanan de ev xisûsîyeta jêkbûn û zêdebûnê tuneye. Bi kurtasî ziman hem îfadeya heyata civakî ye hem jî di rewşa şertê hebûnê de ye; hem netîce ye hem jî sebeb e.

Nerîna Îslamê Li Zimana

Wek di her mijarê de, di mijara zimanê dayikê de jî bingeha murecaeta me, çavkanîyê ewil Qur'ana Kerîm û Sunneta Pêxembere.  Rebbê me di Qur'ana Kerîm de di vê ayetê de beyan dike ku temamê pêxemberan bi zimanê qewmê xwe teblîx kirine. "Me her pêxemberî ji bo eşkere îzah bike encax bi zimanê qewmê wan şandîye." (Îbrahim: 4)

Me’lûme hemî pêxember miellimê însanane. Hz. Mûhemmed (s.‘e.w) miellimeke ku Xweda ew terbiye kiribû û kiribû qasidî xwe. Qur'ana Kerim bi vî wesfî daye hînkirin. Û gotîye, “Ez bi mi‘ellimtî hatime şandin” (Îbnî Mace, Mukaddîme-17) Dema dewleta Îslamê ava kir, îmkan dabû ku her qewmek bi zimanê xwe perwerdeyê bike. Herweha di çavkanîyê dîrokî de tê gotin ku li Medînê bi navê “Beytul Mîdrasê avahîyê perwerdehîyê yên Yahûdîya hebû û bi Îbranî perwerdeyê dikir.[1]

Di Qur'ana Kerîm, sûreyê Rûm ayeta 22an de Xwedayê Te'ala wiha ferman dike; "Xuliqandina erdû asîman û cûdabûna ziman û rengê we, ji ayetên wî (Xweda) nin. Bê guman di vanan de ji bo 'alima (kesên zane) delîl hene." Hamdî Yazirê Elmalî wiha dibêje: Cûdabûna zimana bi giştî pirbûna luxetan û hetanî cûdabûna zarava û şêwe û devokan, ji bo hemiyan dibe rast be... Bi vî awayî ehlê ‘ilmê zanin ku di cûdabûna ziman û renga de hîkmet hene. Û ji wan hîkmetan yek jî "ji bo hûn hevûdû nas bikin, me hûn kirne qewm û qebîleyan" (Hucûrat-13) Yanî di pêşveçûnê û belavbûnê de hevdû nasbikin. Bi vî awayî bi cûrbicûr ziman û irqan pêkanîna cemiyetekê, encax bi ilmê mumkune.[2]

Her weha xeberdana bi zimanê wî qewmî, prensîbeke muhîm e daku heq û heqîqetê bibîne û li ser heq û heqîqetê tevbigere. Çimkî pêxember ji însanîyetê re miellimên rasteqînin, hem însanîyet û însana diparêzin û dighînin heqîqetê. Bi zimanê qewmê xwe xîtabî qewmê xwe kirine, peyam û mesaja îlahî, ripîrast gihandine însanên qewmê xwe.

Di tarîxa însanîyetê de çi nebî çi resûlê xwedî kîtab, her pêxember muheqqeq li gorî 'adeta Xweda li ser zimanê qewmê xwe hatîye şandin daku eşkere bibêje û tu bihane û m'azereta însana nemîne. Pexemberê me jî muxetebê qewmê 'Ereb bû, Qur'an jê re bi 'Erebî nazil bû û bi 'Erebî xîtabî wan kir. 'Alim û mufessîrên me yên wekî Fexreddînê Razî ku referansa gellek mufessira ye, dibêjin ku ji xeyrî 'Ereba van qewmê din, divê peyama Hz. Pêxember bi zimanê wan ji wan re bê gotin. Yani Îslamê wergerînin zimanê wan û bi wan bi zimanê wan hînî Îslamê bikin.[3]

Jixwe merev li dîroka Îslamê binhêre, di mesela ziman de tu pisgirêkeke muhim wê neyê dîtin. Qewmê ku Îslam qebûl kirine, di medreseyên xwe de bi zimanê xwe perwerde kirine û dînê xwe bi zimanê xwe hîn kirine. Îro em li dîroka Kurda binherîn, emê zanibin ku berhemên ku di dest de hene, giş piştî Îslam qebûl kirine hatine nivîsandin. Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Cezerî û vanê din 'alim bûn û di medreseyan de ders didan.

KELHAAMED

[1] Yrd. Doç. Dr. Şakir Gözütok, İlk Dönem İslam Eğitim Tarihi, Fecr Yayınları, Ankara 2002, sh. 68

[2] Hak Dini Kur’an Dili C. 6,  S. 248

[3] M. Wehbî Efendi (V. 1949) Xülasatül Beyan C. 7, S. 2668)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.