Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Qiyama Şêx Se'îd Efendî (20)

Ya ku 8 nivîskarên Tirk li ser mijarê nivîsandî ku qiyama Şêx Seîd "olî" bû

1 - Necip Fazıl Kısakürek (Nivîskar): “Derewek nehs [şenî] e ku Şêx Seîd zilamekî Îngîlîz e û ew li dû îdeala Kurdbûna serbixwe ye. Ku wilo bûya, wî ê piştî serkeftinên xweyên destpêkê ber bi başûr ve biçûya ser sînor, bi Kurdên Iraq û Îngîlîz re têkilî danîbûna û di nav çerxek diyarkirî de dest bi doza xwe kiriba, mayîn û çavkaniyên alîkariyê peyda bikira. (…) Pêvajoya van bûyeran her weha nîşan dide ku Şêx Seîd bi serê xwe û tenê ji bo baweriya xwe tevdigere, bêyî piştgiriya derve û yên xerîb"

2 - Ferîdun Kandemîr (Nivîskar): “Ev serhildan, ku bi serhildana Şêx Seîd re digel merivên ku ew dişopand, dest pê kir, carî nebû 'serhildana Kurd', lê yek ji serhildanên herêmî yên li welat, bilxese di wan deman de bû. ”

3 - Mahmut Goloğlu (Nivîskar): “Li herêma Rojhilat, ku mezheba Neqşebendî, ya ku gelên herî fanatîk û muhafezekar ên Îslamê kom kir, ya herî bibandor e; Serhildana ku dikare jê re berteka herî mezin a şoreşê were gotin, bi dengûbas û propagandayên wekî ateîzma hukûmetê, netewe ber bi ateîzmê ve, xwestina ji holê rakirina dîn, windakirina ol û hewcehiya pêşîgirtinê dest pê kir.

4 - Metin Toker (Rojnamevan-Nivîskar): “Şêx Seîd ji şûna ku wek serokekî kurd hereket bike, wek derbekarê yekem ê dijî şoreşê tevdigere û ala ku wî vekir, ala xîlafetê bû, ala şerî'etê bû.”

5 - Uğur Mumcu (Rojnamevan-Nivîskar): “Şêx Seîd û şêxên din ên dadgehkirî digotin ku armanca wan ne 'Kurdbûn' e, lê 'ew ji bo ola mezin bûne'. Bi rastî, hestên olî di bingeha serhildanê de bûn. Nakokiyek Tirk-Kurd tunebû. Nakokî di navbera dewleta laîq û mezheba Neqşîbendî de bû. ”

6 - Îsmaîl Beşîkçî (Nivîskar): “Serekên eşîran li rojhilat bi hev re cûrbecûr peywir pêk dianîn. Her çend hin serokên eşîran tenê wekî serokên eşîran di man, lê hinekan ji wan serokatiya dînî, ango şêxîtî, digel serokatiya eşîrî jî girt. Li aliyek din, yên din, erkên serokê eşîr, serokê olî û serokatiya neteweyî pejirandin. Şêx Seîd rêberekî wisa ye. Şêx Seîd li Palo û Xinûsê damezrênerê medreseyên cihêreng e, ango serokê terîqeta Palevî, û hem jî serokê eşîrên derdorê ye. Hevgirtina van her sê fonksiyonên di wî de wî pir bi hêz kir û bû sedema şerê herî mezin ku bi navendê re rû da û kire rêber. Lê teqez e ku tevgera Şêx Seîd ne xwediyê taybetmendiyek neteweyî ye. Serhildana Şêx Seîd li dijî desthilatdarên navendê yekem serhildana mezin bû. Di vê serhildanê de tenê sloganên olî hatin bikaranîn û tevger bû tevgerek bi tevahî paşverû. Sedema herî girîng a berfirehbûna vê tevgerê ev e ku Şêx Seîd, ku serokê serhildanê bû, xwediyê wan fonksiyonên ku me li jorê behs kiribûn. (serokatiya eşîran û serokatiya terîqetê) bû.

(Di vê dera de em zimanê çepgirê Tirka yê qirêj di Îsmaîl Beşîkçî de jî dîsa dibînin. Qaşo di çepgirê Tirkan de yên mafê Kurda parêzvaniyê dikin yek jê Îsmaîl Beşîkçî ye, hedîsa qiyama Şêx Se’îd bi paşverû (bi qewlê Tirka ‘gerici’) îtham dike. Bi tesîra van çepgirê Tirka gelek çepgirê Kurda jî bi vî zimanê qirêj qiyama Şêx Se’îd îtham dike. Yek ji vana jî Abdullah Ocalan ê)

7 - Îlhan Selçûk (Rojnamevan-Nivîskar): “Komarparêz û Şerî’etvana di serhildana Şêx Seîd de şer kirin. Rengê 'etnîkî' yê pevçûnê nikare bingeha civaknasî ya bûyerê berovajî bike. Nêzîkatiya zanistî, dema ku dabeşbûna etnîkî radixe ber çavan, divê nakokiya veguherîna dîrokî ya komarî-Şerî’et eşkere bike.

8 - Yavûz Bahadıroglu (Nivîskar): “Şêx Se’îd digot ku ew li ser navê ola Îslamê serî hildide û her kesî vedixwîne ku Şerî’etê biparêzin. Di vê wateyê de, wî di danezanên ku weşand de mohreke bi wateya 'rêberê kesên ku ji bo Şerî’etê şer dikin' bikar anî. Bi gotinek din, ev serhildan ne wekî 'serhildanek Kurd' bû ku devên fermî didin xuyang kirin. "

Bala xwe bidinê her nivîskarek bi awayê xwe bûyerê şîrove dikin. Em jî dikarin bibêjin di vana temama de para heqîqetê heye. Gelê Kurd wekî her milletan, hem mafê xwe yê netewî, çand û kevneşopî û adetê xwe, perwerdahîya bi zimanê xwe û temamên mafê xwe bi dest bixin û hem jî gorî dîn û bawerîya xwe bijîn. Yanî evan milletên din xwedî çi heqqîbin, ew jî bibin xwedî van heqqana. Evêya jî xwestinek gelek normale û di cîde ye. ‘Edalet jî vêya hewce dike.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum