Zîrweya D-8 ê

Zîrweya D-8 ê

Beriya Zîrweyê 5 Mensûbên Teşkîlatê Civiyan

 Zîrweya welatên mensûbên grûba D-8ê Tirkiye, Îran, Misir, Endonezya, Bangladaş, Malezya, Pakîstan û Nîjerya, îro li paytextê Pakîstanê li Îslamabadê dest pê dike.

Beriya zîrweyê lîderên 5 mensûbên grûbê Tirkiye, Îran, Misir, Pakîstan û Endonezyayê, civînek li dar xistin. Tê gûmankirin ku der heqê Ğezzeyê de deklerasyonekê biweşînin û li ser rewşa Sûriye niqaş bikin. Heger deklarasyon bê weşandin, wê di tarîxa vê grûbê de cara ewilî beyanateke siyasî hatibe weşandin. Muhammed Mûrsî ji ber hadîseyên li Misrê çûna xwe îbtal kir.

Di zîrweyê de wê ji bo tesbîta pirsgirêkên welatên mensûbên grûbê û çareseriya wan gav bên avêtin. Tê gumankirin ku di vê çarçovê de şerta D-8, belgeya vîzyona cîhanî û beyanata Îslamabadê bên qebûlkirin.

Di zîrweyê de wê wezîrên karên derve û serekwezîrên van welatan, di nav hev û din de jî bicivin û niqaş bikin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.