ZÎRWEYA LI MEKKÊ

ZÎRWEYA LI MEKKÊ

Li Mekkê, civîna serasayî ya çaran ya teşkîlata hevkariya Îslamî bi dawî bû

 ZÎRWEYA LI MEKKÊ
SÛRIYE Û ARAQAN HATIN XEBERDAN, MENSÛBTIYA SÛRIYE HAT SEKINANDIN

Li Mekkê, civîna serasayî ya çaran ya teşkîlata hevkariya Îslamî bi dawî bû. Ev serê çend roj bû, di navbera welatên beşdar de, axaftin û diyalog pêk dihatin. Temsîlkarên 56 welatan tevlî civînê bûn. Di civînê de rewşa Sûriye û muslumanê Araqanê hat xeberdan. Ji Tirkiye serokcimhûr û wezîrê karên derve beşdar bûn.

Di civînê de qirara sekinandina endamtiya Sûriye hat dayîn. Ji sebebê vê qirarê re, zulm û qetîama ku îdara Sûriye li millet dike hat nîşandan. Qralê Siûdî Ebdûllah di xeberdana xwe de got ku ji bo diyaloga navbera mezhebên Îslamî, divê merkezek bê avakirin. Mahmûd Ehmedînecad  jî teklîf kir ku li Mekkê, mehkema Îslamî ya navnetewî bê avakirin. Îdara Siûdî li vê teklîfê xweş nihêrt.

Serekcimhûr Ebdûllah Gul bi mewkîdaşên xwe Mahmût Ehmedînecat û Muhammed Mûrsî re, cûda cûda peyivî.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.