Zorbatiyên Fransayê

Zorbatiyên Fransayê

Zorbatiyên Fransayê4 Rojîger Ji Kar Hatin Avêtin, Li Camiyê Êrîş Hat Kirin

Li Ewrûpa welatê ku lê herî pir kes musluman dibin Fransa ye. Lê li ber wecîbeyên Îslamê welatê ku gelek yesaxa derdixe dîsa Fransa ye. Berî niha peçe hatibû yesax kirin. Gelek caran jî li ber camiyan heqaretî hatibû kirin.


Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Fransayê li bajarê Lîmogesê, hinek êrîşker heqaretî camiyekê kirin. Li ser camiyê sembolên Nazî xêz kirin.

Li aliyê din, 4 muslumanê antrenor ku di belediya Gennevîllîersê de dixebitin, ji ber ku rojî digirtin ji kar hatin avêtin. Hat gotin ku van musluman di qempa zarokan de rojî girtine. Ji ber vê yekê jê, peymanameya wan hatiye sekinandin. Belediye, bi sebeb rîska ewlehiya zarokan wan ji kar dûrxistiye. Îddîa dike ku rojîgirtin li gor aqîdnameyê qedexe ye.

Konseya muslumanê Fransayê, li hember vê neheqiyê wê li pêş belediyê protestoyekê li dar xe.  

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.