Zulma Bûdîstan Didome
Bi Kişkişîna Keşeyên Bûdîstan, Li Muslumanê Araqanê Zulm Didome
Li Myanmarê li muslumanên Araqanê, te’de û êrîş bêsekin dewam dike. Li bajarê Sîtweyê, keşeyên Bûdîst beyanatek amade kirin. Keşeyan bi beyanata xwe Bûdîstan dikişkişînin ku li muslumana te’de û zulmê bikin.
Piştî beyanatê, li eyaleta Araqanê Bûdîst har bûn. Hinek panqartên heqaretwarî bi stûyê muslumanên Araqanî vekirin û wan di kûçan de gerandin. Resmên zulma wan li ser Feysbûkê hat weşandin. Bûdîst ji bo heqaretê van tiştan dikin. Kincên jinan li zilama dikin û bi wî awayî wan teşhîr dikin da ku heqaret û henekê xwe bi muslumana bikin.
Wekî tê zanîn Emrîka, wezîfedarên hikûmeta Myanmarê, çend meh berê li Emrîka bi xelat kiribûn. Barak Obamayê serekdewletê Emrîka jî piştî ku hilbijartin qezenc kir û dîsa bû serekdewletê Emrîka, gera xwe ya li derve ya ewil, li Myanmarê li dar xist. Bûdîstên hov û har, ji van tewran cesaret digrin û qurretiya xwe didomînin.
Eger welatên muslumana ji hêla hikûmetî ve, ambargo danîbana ser Myanmarê, wê bûdîst nikaribûn van zulm û heqaretan pêk anîbana. Li ser zulma Bûdîstan, alema Îslamê hê jî bêdeng e.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.