Zulma Çîn Berdewam e

Zulma Çîn Berdewam e

Li Muslumana Gelek Te’de û Yesaxî Hê Kirin

Çîna qomonîst, li welêt li muslumana te’de û yesaxiyên xwe didomîne. Li Turkîstana Rojhilat ya di bin îşğala Çînê de, di meha remezanê de li ser îbadeta qedexe berdewam e. Li Kûçarê 7 musluman, ji ber îbadetên xwe, bi sûcê kirina îbadetên yesax hatin girtin. Ji ber ku îbadet dikirin, rojî digirtin û dersa Quranê didan, bi sedan li muslumanên din jî ceza pera ya giran hatiye birîn.

Li Ûrûmçî polîs li ber camiya nobetê digire, digre ser camiya û kesên li camiya nimêj dikin wan dixin bin qeyda. Li Ûlûnbayê hinek polîs jî, te’de li cemaeta camiyê dike daku neyên camî û nimêjê.

Hat îfade kirin ku amanca rejîma Çînê qomonîst ev e: Dixwaze xelkê muslumanê Ûygûrê bitirsîne, ji îbadet û rojiyê sar bike, li wan te’de bike, bi vî awayî wan ji dînê Îslamê dûr bike. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.