Zulma Çîna Komonîst
Rejîma Çîna Komonîst her sal di meha Remezanê de te’de û zorbatiyê li mislumanan dike. Yesax û zulmê dimeşîne.
Rejîma Çîna Komonîst her sal di meha Remezanê de te’de û zorbatiyê li mislumanan dike. Yesax û zulmê dimeşîne.
Îsal jî li Sîncanê yesax û qedexe kir ku ciwanên di bin 18 salî re rojî negrin. Sîncana li bakurê rojavayê Çînê, dîsa marûzî zulma Çînê dibe. Serbestî û azadiya wecîbeyên dînê Îslamê yên mislumanan tên sînorkirin.
Berdevkê kongreya Ûygûrê ya dinyayê Dilşad Raşîd beyan kir ku, otorîteya Çînê ji malbatan garantîyê dixwazin ku wê zarokên wan rojiyê negirin. Li herêmê xelk bi 10 malan bûne grûb. Çîn ji wan dixwazin ku hevûdin îspiyon bikin.
Ji herêma Hotanê jî rayedarekî dînî tesdîq kir ku, li zarokan yesaxa rojiyê hatiye rastkirin. Li gorî yesaxa Çînê mislumanên xwendekar, wê nikaribin rojiyê bigirin û têkevin aktîvîteyên dînî. Xwendekarên ku guhnedin qaîde û yesaxê, wê bên cezakirin.
Par jî di daîreyên resmî de li memûr û xwendekaran girtina rojiyê hatibû yesaxkirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.