Zulma Li Girtîgehan Naqede, Heqê Mehkûman Nadin

Zulma Li Girtîgehan Naqede, Heqê Mehkûman Nadin

Bi îhlalên heqên însanî ket rojevê ku li Osmaniyeyê di hepsa Toprakkaleya tîpa Tyê ya girtî de, mehkûm ji hinek heq û hiqûqan tên mehrûmkirin.

Bi îhlalên heqên însanî ket rojevê ku li Osmaniyeyê di hepsa Toprakkaleya tîpa Tyê ya girtî de, mehkûm ji hinek heq û hiqûqan tên mehrûmkirin. Berî niha jî çend caran ji bo vê hepsê hatibû gotin ku heq û hiqûqan îhlal dike.

Merivên mehkûman beyan kir ku îdara hepsê heqê ziyareta bi maliyan re kêfî tetbîq nake. Helbûkî li gelek hepsan ev ziyaret ketiye meriyetê. Teleb û daxwazin merivên mehkûman hene. Dixwazin bi îdara hepsê re xeber bidin. Lê îdara hepsê teleba hevdîtinê qebûl nake û her car taloq dike. Îdara hepsê ziyaretên vekirî yên mehkûman jî pir kin digre.

Ji merivên mehkûman Mehmet Kaplan di heqê neheqiyan de ji ajansa Îlkeyê re xeber da.

Dîsa ji merivên mehkûman Ziya Yuce û Mûhammed Tîlkî jî dan zanîn ku, îdara hepsê guhnade daxwaza wan ya hevdîtinê, ziyaretên vekirî pir kin tên girtin. Mehkûm hê jî ziyareta bi maliyên xwe re pêk neanîne. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.