Zulma Siyonîst
Îsraîl Li Mehkûmên Filîstînê Şîddet Bikar Tîne
Li gor xebera ajansa resmî ya Filîstînê, hat gotin ku siyonîst Îsraîl li mehkûmên di hepsan de zordestî û şîddetê bikar tîne.
Hat îfade kirin ku îdara hepsa Îsraîl, xwestiye li hepsa Ramonê mehkûman tazî sax bike, mehkûmên Filîstînî jî qebûl nekirine. Ji ber vê yekê jî mudaxela mehkûman kirine, di netîcê de 8 mehkûm ğeddar birîndar bûne.
Wezîrê hêsîrên Filîstînî Îsa Karakî wiha diyar kir “Eskerên Îsraîl nîvê şevê girtine ser qawîşan. Xwestine mehkûman tazî sax bikin. Gava mehkûm qebûl nakin, cop û gaza îsot bikar anîne. Di encamê de 8 mehkûm ğeddar birîndar dibin. Li gelekê wan cîddî derb tê kirin. Mehkûman dixin qawîşên ji bo yek şexsî. Cereyan û ava wan dibirin. Em ji ber heyata wan diqilqilin. Çi bi wan bê, mesûl îdara hepsê ye.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.