100 alimên îslamê DAIŞê re name şandin
100 alimên îslamê DAIŞê re name şandin
Ji welatên cur bi curên cîhanê ji 100 kesan zêdetir alimên îslamê ji bo endam û sempatîzanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) nameyeke vekirî nivîsandin.
Alimên îslamê di nameya 18 rûpelî de destnîşan dikin ku, tu pêwenidya DAIŞê bi musilmantî re nîne. Di nameyê de wate û tefsîra gelek ayetên Quranê tên vekirin û bi çalakiyên DAIŞê muqayeseya wan tê kirin.
Nihad Awad Berpirsê Konseya Pêwendiyên Îslamê li Amerîkayê got, ev name bo hemû xwendevanan nehatiye nivîsandin û nivîseke pir zehmet e û domand, “Armanca me ev bû ku, em nîşan bidin DAIŞ çawa dijî felsefeya îslamê ye.”
Kurteya name ji erebiyê bo zimanên dîtir hate wergerandin û di kurteya 24 xalan de ev tişt derdikevin pêş:
- Di îslamê de êşkence qedexe ye
- Çalakiyên şeytanî bi navê Xwede kirin, guneh e
- Heta ku misilman ji bo xwe nebêjin ‘ez ne misilman im’ ew wek kafir nayê ragihandin
- Heta şertên perwerdehî li gora îslamê neyên bicihanîn fetwa nayê dayîn
- Ola îslamê derfet dide ku alim xwedî fikrên cûda bin.
Di civîneke çapemenî ya li Washingtonê de name bi raya giştî re hate parvekirin û hate xwestin ku hê zêdetir alimên îslamê îmze bavêjin bin vê nameyê.
Alimên ku name îmze kirin gotin, divê ji DAIŞê wek “Dewleta Îslamî” neyê gotin û destnîşankirin ku, bi vê gotinê DAIŞ tê wêrek kirin.”
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.