100 leşkerên Ûris li Rojavayê Kurdistanê
Gor idîayan, Ûris 100 leşkerên xwe şandiye bajarêQamişloya Rojavayê Kurdistanê.
Gor mixalifên Sûrî, doh dana sibê 100 leşkerên Ûris bi balafireke leşkerî ya Sûrî derbasî bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Hat ragihandin ku leşkerên Ûris li balafirxaneya Qamişlo ji teref rayedarên PYD/YPG û hikûmeta Sûrî ve hatine pêşwazîkirin.
Li gor agahiyên ku li ser malpera Rûdawê hatiye weşandin, leşkerên Ûris dê li taxên Qamişloyê yên ku di bin destê rêjîma Sûrî de ne bên bicîhkirin.
Balafirxaneya Qamişloyê di bin kontrola rêjîma Sûrî de ye û ji teref tabûra 154 emîn a artêşa Sûrî ve tê parastin.
Heta niha ev nûçe ji teref YPG û hikûmeta Sûriyê ve nehatiye piştrastkirin an jî derewkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.