12 feqî îcazetên xwe standin
ÊLIH - Li Êlihê 12 telebeyên medresê yên ku tedrîsa xwe ya ilmî qedandin îcazeta xwe standin.
12 telebeyên ku li medreseyên gundê Xinçika û Hogiraya Êlihê li ba Mela Evdirehman û Mela Evdileh Cengîz perwerdeya medresê didîtin bi merasîmekê, îcazetên xwe wergirtin.
Merasîma îcazetê li Mizgefta Xinçikayê hat tertîpkirin.Gelek alim û rîspî û her wiha ehlê gundên Xinçika û Hogira jî beşdarî merasîma îcazetê bûn.
Merasîma îcazetê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Di merasîma îcazetê de ji teref Waîzê Diyarbekirê Mela Zaîd Beşer û ji teref Melayê Berê yê Mizgefta Elî Paşaya Diyarbekirê ve axavtin hat kirin.Piştî axavtinên di derheqê girîngîya rojê de qesîde hatin xwendin û selewat hatin anîn.
Mela Evdirehman Cengîz di debrarê merasîma îcazetê de nirxandinan kir û wiha axivî: “ Îcazet belgeyek e.Ev belge ji kesên ku xwendina ilmê xwe xelas dikin û jê re dibin laîq re tê dayîn.12 telebeyên me yên ku li medreseyên gundên Xinçika û Hogira dixwandin, tahsîlkirina ilmê xelas kirin û heq kirin belgeya îcazetê werbigrin.Vaye me merasîma xwe li gundê Xinçika tertîp kir.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.