15 hezar û 200 personelên MBEyê ji kar hatin dûrxistin

15 hezar û 200 personelên MBEyê ji kar hatin dûrxistin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna ku di derheqê teşebûsa darbê ya FETO ya ku bi piştevaniya Emrîkayê hat kirin de Wezareta Perwerdeya Millî 15 hezar û 200 personel ji kar dûr xist.

Di derbarê mijarê de ji teref Muşavîrtiya Têkiliyên Bi Xelk û Çapemeniyê ya Wezareta Perwerdeya Millî ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat weşandin de hat ragihandin li wezareta me li dijî personelên ku bi FETO re têkildar in xebateke berfireh dewam dike û wiha li da<xuyaniyê hat zêdekirin: Li wezareta me li dijî personelên ku bi FETO ra têkildar in û li teşkîlatên me yên navend û taşrayê da wezîfedar in, xebateke berfireh berdewam dike. Ji îro pê ve 15 hezar û 200 personelên qamûyê yên ku li teşkîlata navendî û taşrayê ya di wezareta me da wezîfeyê dikin, ji peywirê hatin dûrxistin, der heqê van da lêpirsîn dest pê kiriye."(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.