23 Birîndarên Ğezzeyî Anîn Tirkîyê
23 fılıstînîyên dın ên ku dı êrîşên îsraîla xusran de bırîndar bûbûn jî, bı teyareke leşkerî anîn tırkîyê. ew ê kesên brîndar lı nexweşxaneyên stenbolê bên tedawîkırın.
Di kordînasyona AFADê de, bi hevkarîya Wezareta Tendûristîyê, Tîka, Hêva Sor a Tirkîyê û Wezareta Karên Derve, 23 Filistînîyên din ên ku di êrîşên Îsraîla rejîma terorê de birîndar bûbûn, bi teyara eskerî anîn Tirkîyê. Ew ê kesên birîndar li Stenbolê bên tedawîkirin.
Birîndar bi ambolansan sewqî nexweşxaneyên Perwerde û Lêkolînê ya Pendîkê û ya Lutfî Kirdarê ya Kartalê kirin.
Alîkarê serokwezîr Emrûllah Îşler, pêşwazîya birîndaran kir û da zanîn ku rewşa hinek birîndaran giran e.
Îşler weha got: “Ji niha û pêve jî heta ku şert û îmkana anîne hebin, em ê anîna birîndaran bidomînin.”
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.