30 Milyon Zarok Naçin Mekteban
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku 30 milyon zarokên di çaxa xwendinê de, ji ber hedîseyên derasayî yên li welatên wan diqewimin nikarin herin mektebê.
UNİCEFê beyan kir ku li seranserê dinyayê, 30 milyon zarokên di çaxa xwendinê de, ji ber pevçûnan an jî hedîseyên derasayî yên li welatên wan diqewimin, nekarin herin mektebê.
Li gorî beyanatê bi meha Îlonê zarokan dest bi xwendinê kiriye lê bi milyonan zarok ji vê îmkanê mehrûm in.
Hat gotin ku di pevçûnan de mekteb tên hedefkirin, Li Efrîkaya Navîn ji her sê mekteban yek hatiye bombekirin, şewitandin an jî ji aliyê grûbên çekdar ve hatiye îşgalkirin.
Di beyanê de hat diyarkirin ku şewba Ebolayê, li rojavayê Efrîkayê tesîreke neyînî li ser perwerdeyê kiriye, ji ber vîrusa nexweşîyê wê li Lîberya û Sîerra Leoneyê, mektebên pêşîn û navîn heta dawiya salê girtî bin, ji ber vê yekê ew ê tesîra nexweşiyê li ser 3 milyon û 500 hezar xwendekarî biqewime.
Di beyana UNİCEFê de hinek reqemên girîng weha hatin diyarkirin:
Li Ğezzeyê, zêdetirî 100 mektebên ku ji ber êrîşan 300 hezar kesî xwe di wan de diparastin, ji bo ji perwerde û hîndekariyê re hazir bin, divê bên rehabîlîtekirin.
Li Sûriyê 3 milyon zarokên ku nîva zarokên di çaxa xwendinê de teşkîl dikin ji perwerdeya birêkûpêk mehrûm in.
Li Ûkraynayê nêzî 290 mekteb ji ber pevçûnên dawîn zirar dîtine yan jî xera bûne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.