1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 32 wesayîtên ku li Sêrtê hatin dizîn li Êlihê hatin bidestxistin
32 wesayîtên ku li Sêrtê hatin dizîn li Êlihê hatin bidestxistin

32 wesayîtên ku li Sêrtê hatin dizîn li Êlihê hatin bidestxistin

Dest hat danîn li ser 32 wesayîtên li Sêrtê bi belgeyên sexte ji otoparka Yed-î Emînê hatin dizîn li Êlihê hatin girtin.

A+A-

Berî vê 2 heftîyan li Misirceya Sêrtê 32 wesayît bi belgeyên sexte ji otoparka Yed-î Emînê hatin dîzin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Hat tespîtkirin 32 wesayît berî vê 2 heftîyan bi belgeyên sexte li Misirceya Sêrtê ji otoparka Yed-Î Emînê hatin dîzin. Di encama xebata îstîxbaratî ya ku ji teref ekîbên Cendirmeyan a Fermandarîya Bajêra Êlihê ve hatin kirin de hat tespîtkirin ku wesayîtên ku hatine dizîn li Taxa Seyrantepeya bajaroka Girê Sîraya Êlihê ne.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin wesayît bi operasyona ku hat lidarxistin de hatin bidestxistin û derheqê kesekî şikdar de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.