4 deriyên sînor dê bên vekirin
4 deriyên sînor dê bên vekirin
Wezîrê Bazirganiyê û Gumrikê yê Tirkiyeyê Nurettin Caniklî ragihand ku di navbeyna Iraqê û Tirkiyeyê de pirsgirêkên deriyên nû bên vekirin nîne û beşek xebata projêyan jî didome.
Nurettin Caniklî îro li Enqereyê li gel Serokê Federasyona Odeya Bazirganiya Iraqê Cafer Resul Al Hamadanî û şandeka li gel wî hevdîtin kir.
Wezîr Caniklî diyar kir ku du salan dawî de bazirganiya navbeyna Iraq û Tirkiyeyê de kêm bûye û got, “Ev rewş ji bo aboriya her du dewletan jî ne baş e. Em bawer dikin ku ew rewş demkî ye. Hemû pirsgirêk dê bên çareserkirin. Em dê bi pêwendiyên herî baş bi hevre bi meşin.”
Caniklî li ser pirsa “Deriyê Sînorê Xaburê dê kengî bê nûhkirin jî wiha got:
“Hevdîtin li ser hem nûkirina vî derî hêm jî li se vekirina hin deriyên din tên kirin. Biryar hate dayîn 4 deriyên din jî li sînor bên vekirin. Xebat li ser wan deriya didome. Di navbeyna Iraqê û Tirkiyeyê de pirsgirêkên vekirina deriyên nû nîne û beşek xebata projeyan jî didome.”
Cafer Resul Al Hamadanî jî diyar kir ku divê hikûmeta nû hati avakirin li gel Tirkiyeyê pêwendiyên xwe xurtir bike.
Hamadanî piştî hevdîtina li gel Serokê Yekitiya Odeyên û Borsaya Tirkiyeyê Rifat Hisarciklioglu kirî got armanca wan ya bazirganiya Tirkiyeyê re 20 milyar dolar e û divê Tirkiye jî ji bo gelê Iraqê peyamên erênî bide.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.