40 mehkûm ji Girtîgeha Diyarbekirê hatin sewqkirin
Hat ragihandin piştî ku ji Girtîgeha Diyarbekirê 6 PKKyî firar kirin 40 mehkûman sewqê girtîgehên din kirine.
Doh di derdora sibe de 6 PKKyî ji Girtîgeha Diyarbekirê revîbûn. Hat ragihandin ku piştî vê yekê 40 PKKyiyên ku di wê girtîgehê de bûn sewqê girtîgehên din kirine.
Ji van 40 kesan 28 kes demildest hatine sewqkirin. 12 kesên din jî tên çavnêrî kirin.
Doh di Girtîgeha Diyarbekirê de 6 PKKyî firar kiribûn. Heta niha hêj di derbarê vê yekê de daxuyanî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.