6 daxwazên Kurdan ji hikûmeta nû ya Iraqê
Heger di maweya ku hatiye diyarkirin de, hikûmeta nû ya Iraqê bi van xalên ku hatine diyarkirin girêdayî nemîne, Rêberiya Herêma Kurdistanê biryara xwe ya nû dide.
Îro li Silêmanî bi beşdarbûna nûnerên DYA û nûnerên NYê pênc aliyên siyasiyên kurd tevî şanda kurd a li Bexdayê, civiyan. Piştî civînê hate aşkerakirin ku, li gel kêmûkurtiyên hikûmeta Ebadî biryar dane ku beşdarî hikûmeta nû bibin.
Di daxuyaniya piştî civînê de hate ragihandin ku, bo welat ji vê qeyranê derkeve Serkirdayetiya Kurdistanê biryar daye ku beşdarî hikûmeta nû bibin û bo çaresekrinê 3 meh molet dane.
Şeş şertên ku aresteyê hikûmet nû ya Iraqê hatine kirin ev in:
1 – Qebûlkirina bernameya ku ji hêla Ebadî ve hatiye aşkerekirin û derbarê wê de nîqaş bên kirin. Her wiha bo ku hikûmet di navbera sê mehan de aloziyan çareser bike divê sîstemeke gotubêjan di navber de bê sazkirin.
2 – Divê bi awayeke dadwerane kurd di nava hikûmeta nû de(encumena wezîran) cih bigrin û roleke baş bo wan bê diyarkirin.
3 – Divê di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de mekanîzmayek bo budçeya Herêma Kurdistanê bê diyarkirin. Piştî sazkirina hikûmetê, divê di nava hefteyek de budçeya Herêma Kurdistanê ku ji meha 1ê heta meha 9ê ya 2014ê ku heta niha nehatiye dayîn, bê şandin.
4 – Divê derbarê meseleya petrol û gazê, dabeşkirina dahatiyan û çareserkirina hemû kêşeyên taybet ên derbarê petrol û gazê di navbera 3 mehan de, di nava hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.
5 – Divê nakokiyên ser benda 140 a Destûra Iraqê bên lêkolînkirin. Her wiha kêşeya pêşmergeyan bê çareserkirin. Balefirên sivîl bi asayî bên Herêmê û asta demokrasiyê li Iraq bê zêdekirin û sîstema Federal bi her awayî bicih bibe.
6 – Divê di destpêka meha nû de mafê Herêma Kurdistanê di warê darayî de bê dayîn.
Heger di maweya ku hatiye diyarkirin de, hikûmeta nû ya Iraqê bi van xalên ku hatine diyarkirin girêdayî nemîne, Rêberiya Herêma Kurdistanê biryara xwe ya nû dide.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.