7 kesên ku bûyerên 6 û 8ê cotmehê organîze dikirin hatin destgîrkirin

7 kesên ku bûyerên 6 û 8ê cotmehê organîze dikirin hatin destgîrkirin

Li Diyarbekirê li dijî PKKê serdegirtin hatin kirin, 7 kesên ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de bûyeran organîze dikirin hatin girtin.

Li navçeya Erxanîya Diyarbekirê di heman demê de serdegirtin  li çend navnîşanan hat kirin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de 7 kesên ku di 6 û 8ê cotmehê de bûyeran organîze dikirin hatine destgîrkirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek zêde cebilxane û her wiha belgeyên rêxistinî hatine bidestxistin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ew kesên ku hatine girtin hazirîya êrîşa li dijî polîsan dikirin.Di mala M.Gê yê ku hatiye girtin de demançeyek , 15 heb berik, 5 bombeya destî, têra 12 bombeyan alavên bombeyan û her wiha alavên teqînê hatine bidestxistin.

Di dawîya daxuyanîyê de jî hat diyarkirin ku her wiha di lêgerîna ku li taxa Komeleya Hemwelatîyên Wekhev de hatiye kirin de jî belgeyên rêxistinî jî hatine bi destxistin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.