ABD SIVÎLAN QETIL DIKE
‘EMRÎQAYA ÎŞGALKER, BI BIHANA DAÎŞÊ SIVÎLÊN SÛRÎYEYÎ QETİL DIKIN. DI ÊRÎŞÊN KU LI HEDEFÊ DAÎŞÊ HATINE RAST KIRIN DE HETA NIHA 5Ê WAN ZAROK 24 SIVÎL HATINE QETIL KIRIN.
Emrîqaya ku berpirsyarê îşgala Iraqê û sebebê kuştina bi milyonan sivîl û bi milyonan jî sivîlên ku bûne penavber, niha jî bi bihana DAÎŞê li Sûrîyê êrîşên hewayî rast dike û zarokan qetil dike.
Welatên Bahreyn, Katar, Sûûdî, Urdûn û emîrtîya yekbûyî yên ‘Ereban, Ji her dilopên xuna ku li coğrafyaya Îslamê diherike para xwe girtine û destekê didin îşgala ku niha li Sûrîye tê kirin.
Di êrîşên dawîn de gelek avahî xerabûn û bûn enqaz. Dîmenên zarokê dibinê enqazê de mabû jî, meriv dixe dehşetê. Piştî xebateke direj û bi zahmet zarok jibinê hilweşînê hat xelas kirin. Nêrîna zarokên han ya li der û dora xwe, dilê meriv zîz dike.
Li gor beyana rêxistina heqên însanan ya Sûrîyê, di êrîşên ‘emrîqaya îşgalker de 5ê wan zarok, 24 sivîlan can cane.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.