Afîşên Rezalet Hatin Rakirin
Li Dîyarbekirê çendakî berê, afîşên mustehcen û rezalet ên bi bîlbordan ve hatibûn aliqandin, li ser bertekên welatiyan hatin rakirin.
Li Diyarbekirê çendakî berê, afîşên reklamên mustehcen ên bi fîgurên jinên tazî, bi bîlbordan ve hatibûn aliqandin. Fîrmayê li ser bertekên welatiyan, afîşên rezalet hatin guherandin.
Welatîyan di heqê afîşên mustehcen de ji Ajansa Îlkeyê re bertek û nerazîbûnên xwe anîbûn ziman. Welatiyan beyan kiribûn ku fîgurên jinên tazî ne ji bo reklamê hatine aliqandin, ji bo xurifandina civatê hatine bikaranîn.
Li aliyê din di afîşên reklamê yên nû hatin aliqandin de jî xêzkirin û nîgarên dûrî edebê dibin sebebê bertekan.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.