Agir bi tankera ku barê wê benzîn bû ket
Li navçeya Qosera Mêrdînê li ser Rêya Havrîşîmê tankera benzînê qulibî û piştî demekê Agir bi tankerê ket û ev yek jî bû sedema tirsê.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin tankera benzînê ji ber ku tekera wê teqiya qulibî.Tanker piştî ku qulibî re teqiya.
Qeza di 13emîn kîlometreya Rêbeja Qoser û Nisêbînê pêk hat. Tankera benzînê ji ber ku tekera wê teqiya qulibî.Şofêrê tankerê wek birîndar ji tankerê derket.Piştî demekê jî agir bi tankerê ket.Agir piştî 2 seatan hat tefandin.Şofêrê tankerê rakirin nexweşxanê.
Mehmet Yusuf Aydinê ku ji bûyerê bûbû şahid di derbarê mijarê de wiha axivî: “Dema ku tanker di halê hereketê de bû tekera wê ya pêş teqiya û qulibî.Çawa ku tanker qulibî agir pê ket.Me jî xeber da îtfayê û ambûlansê.Piştî demekê her der bû duman û tanker teqiya.”
Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.