Agirê firêzeyan gundan dorpêç kir

Agirê firêzeyan gundan dorpêç kir

MÊRDÎN - Li gundên girêdayê Qosera Mêrdînê ji ber agirê ku derket bi hezaran ton ka şewitî û ji ber tesîra bayê jî agır li derdorê belav bû.

Li gundên girêdayê Qosera Mêrdînê ji ber agirê ku derket bi hezaran ton ka şewitî û ji ber tesîra bayê jî li derdorê belav bû.Gundiyan ji bo ku agir zêdetir belav nebe û demildest agir bê tefandin hewil dan.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin agirê ku derket ji ber tesîra bayê gundên mîna Karabulak,Yoncali û Ewdilîmê da ber xwe û van gundan dorpêç kir.Gundî ji bo agir zêdetir belav nebe bi traktoran dora agirê cot kirin û yekîneyên îtfaîyê jî ji bona agirê ku pêketîye bitefînin seferber bûn.

Piştî agirê ku derket re Rêbeja Qoser-Ceylanpinarê ji trafîkê re  hat girtin.Her wiha hat ragihandin di agirê ku pêketîye de tankerên avê yên şaredariya Qoserê jî şewitîne û ji ber tesîra bayê jî agir xurtir bûye.

700 donim genim û serayek şewitî

Hat diyarkirin agir heta bi gundên Tileckê, Digê û Çeltûkê  gihaştiye û li gundê Çeltûkê jî 700 donim genim û serayek şewitî.(ÎLKHA)

 









 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.