Ajanên Ermenîstanê yên li Tirkiyê hatin deşîfrekirin

Ajanên Ermenîstanê yên li Tirkiyê hatin deşîfrekirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Hackera Azerî diyar kir ku Tirkiye jî di nav de ajanên Serwîsa Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê yên ku li gelek welatan karûbarên xwe birêve dibin deşîfre kirine.

Hat ragihandin ku koma hackerê têketiye nav Serwîsa Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê û lîsteya navê gelek kesên ku ajantî dikin tê de ye hatiye deşîfrekirin.

Koma hackerê ya ku wek Antî-Armenîa Team tê zanîn diyar kir ji ber ku li gelek welatan karûbarên xwe bi rêve dibe Serwîsa Ewlehiya Neteweyî ya Ermenîstanê eşkere kiriye. Hat idîakirin kesa bi navê  Hazal I.Dyê ku li Tirkiyê ajantî dike. Parvekirinên Hazal I.Dyê ya di derheqê HDP û LGBTyê de jî bala mirov dikêşe.

 Hat dîtin agahiyên ku di derheqê van kesan de hatine diyarkirin Tirkiyê eleqedar dike. Her wiha hat ragihandin ku di nav navên ku hatine eşkerekirin de Îranî û Hindîstanî jî hene. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.