“Ajovanên minîbûsan qîmetê nadin canê însanan”

“Ajovanên minîbûsan qîmetê nadin canê însanan”

DİYARBEKİR - Hemwelatiyan destnîşan kirin ku minîbûsên xetên nav bajêr ji ber reqabetê bi telaşa zêdehilgirtina rêwiyan bi sur’et wesayît dajon û qîmetê nadin canê însanan.

Hemwelatiyên ku ji ber ajotina bil ez a ajovanan gilîdar in diyar kirin ku ajovan qet qîmetê nadin rêwî û peyayiyan. Ji ber vê yekê wan diyar kir ew dixwazin ku ev yek were çareserkirin.

Ji hemwelatiyan Îpek Guzel destnîşan kir ku gelê Diyarbekirê ji ber helwestên ajovanan muzdarîb in. Dûvre Guzel diyar kir divê ku herkes di vî mijarê de baldar bibe.

Guzel dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber sur’eta ajovanan ez pir nerehet im. Ji vir heftiyekê berê hat serê min jî. Dema ku ez bi zarokan re ji wesayîtê peya dibûm erebe dest bi hereketê kir. Hindik mabû ku zarok bikeve. Ez ji vê yekê gilîdar im. Heke dîqqetê vî yekê bikin dê ji bo civakê jî çêtir bibe.”

 “1,5 TL nahêje mirina kesekî”

Yusuf Baran diyar kir ku çend roj berê ji ber ku di nabeyna 2 ajovanan de li semtê Ofîsê reqabet derket qeza çêbû û pîrekek di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Dûvre Baran wiiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ajovan bi sur’at dajon qeza çêdibe. Xeberên mirinan tên. Ji ber ku di nabeyna 2 ajovanan de li semtê Ofîsê reqabet derket qeza çêbû û pîrekek di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku pirr bi sur’et dajon am ditirsin ku siwarê wesayîtan bibin. Lê em mecbûr in. 1,5 TL nahêje mirina kesekî. Ji ber vî yekê em dixwazin ku ew çêtir dîqqet bikin.”

Sadullah Baran jî ragihand ji ber ku wesayît bi sur’et hatiye ajotin qîzmama wî bi şiklekî giran birîndar bûye. Baran wiha li axavtina xwe zede kir: “Ji ber ku wesayît bi sur’et tê ajotin carinan dê û zarokên xwe bi hev re dikevin. Gor xwe dajon û diçîn. Yekî derkeve beriya wan îxtîmala qezayê zêdeye. Hinek ji wan ajovanan nabêjin ev pîrek e, ev zarok e û ev îxtîyar e. Canê gelek însanan emanetê wan e. Ji ber vê yekê divê ku çêtir dîqet bikin. Bi heman şiklê ji ber ku wesayît bi sur’et hat ajotin qîzmama min çendek berê bi şiklekî giran birîndar bû.”

Veysî Bozkuş diyar kir ku di wesayîtan de 22 paldank hene lê ajova 35 kesan hildidin nav erebê. Her wiha Bozkuş diyar kir ku ajovan gor rê û rêbazên trafîkê naçin û hêj ku rêwî siwarê wesayîtê nabe ew hereket dikin. Ji ber vê yekê zarok û pîr û kal qeza derbas dikin.                                                                             

 “Xweda ji her tiştî re sînûrek daniyê”

Hemwelatiyê bi navê Fahrettîn Ogurlu jî wiha axivî: “Xweda ji her tiştî re sînûrek daniyê. Ji bo wesayîtan jî ev yek heye. Heke gor rê û rêbazan neçin, sinire îxlal bikin dê bibin û ji ber ku bûne sedema mirinê ew wek qetîl tên hesibandin. Ev cem Xweda jî û cem evdan jî mesûl in.” (ÎLKHA)
















 

 



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.