Alîgirên Beşar el-Esed li Qamişloyê xwepêşandan li dar xistin
Alîgirên Beşar el-Esed li Qamişloyê xwepêşandan li dar xistin
Alîgirên serokê Sûriyê Beşar el-Esed îro li bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî êrîşên DAIŞê li ser Sûriyê lidar xistin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ragihand ku, saet 12:00ê nîvro, alîgirên serokê Sûriyê Beşar el-Esed li navenda bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê DAIŞ protesto kirin.
Xwepêşander li çerxerêya Sebih Behrat li naverasta bajarê Qamişlo kom bûn û di meşekê de sloganên li dijî êrîşên DAÎŞê li ser Sûriyê avêtin.
Rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê DAIŞ êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê li fewca el-Mêlebiyê, 20 kîlometroyan li başûrê Hesekê kiribûn. Di encama êrîşê de fermandarê fewcê û hejmareke mezin ji serbazan hatibûn kuştin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.