Alîkarên Ûmût Kervanî ya Qonyayê

Alîkarên Ûmût Kervanî ya Qonyayê

Komela Ûmût Kervani Gida Bankasi ya Qonyayê destê alîkarîyê dirêjî bi dehan malbatên xizan û ketî kirin.

Ji saziyên sivîl yên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, komela Ûmût Kervani Gida Bankasî ya Qonyayê, destê alîkarîyê dirêjî bi dehan malbatên xizan û ketî kir û rûyê wan pê kêfxweş kir.

Saziyên sivîl yên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, xebatên xwe yên alîkarîyêbê navber didomîne û bi van alîkarîyana rûyê bêkes û ketîyan kêfxweş dikin.

Ji komelên endamên Platforma Kerwana Ûmûdê, komela Ûmût Kervani Gida Bankasî ya Qonyayê, rapora faliyetên xwe yên meha Adarê bi raya giştî re parve kir.

Serokê Komela Ûmût Kervani Gida Bankasî Ferît Akkûş, derbarê xebatan de daxuyanî da.

Akkûş îfade kir ku di meha Adarê de alîkariya bi dehan malbatên xizan û ketî kirine û derbarê ketîyan jî agahî da.

Serokê komelê Akkuş wiha got: “Ji ber ku em di nav vî karî de ne, em ketîyên herî mezin dibînin. Pêwîste em wan ketiyan çareser bikin.Ji bo vê jî pêwîstiya me bi desteka xêrxwazan û esnafên dewlemend heye. Gelek kesên mezlûm û sitembar hene, em halê wan nabînin.Ji ber ku em bawermendin divê em alîkariya kesên ketî û hewcedar mikin. Hewceye em tu ferq û cûdatîyê nexin nabeyna kesên ketî û bê kes.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.