Alimên ku beşdarî Wîladeta Pîroz bûbûn Goristana Şehîdên Sûsayê ziyaret kirin

Alimên ku beşdarî Wîladeta Pîroz bûbûn Goristana Şehîdên Sûsayê ziyaret kirin

DİYARBEKİR - Alimên ku ji bona tevlî bernameya Wîladeta Pîroz bibin ji welatên cûrbecûr hatibûn Goristana Şehîdên Sûsayê ziyaret kirin.

Alimên ku ji bona tevlî bernameya Wîladeta Pîroz bibin ji welatên cûrbecûr hatibûn  Goristana Şehîdên Sûsayê yên ku di sala 1992an de ji teref PKKê ve di mizgeftê de hatibûn şehîdkirin ziyaret kirin.Alim ji teref Serokê Navçeya Farqînê yê HUDA PARê Sitki Bati  û Mela Mûnîr Şanli û Mela Abdulsemat Yalçin ve hatin pêşwazîkirin.

Alim di dema ziyaretê de bi Mustafa Fîdanciyê ku di êrîşa mizgeftê de 4 lawê wî hatibûn qetilkirin re hevdîtin kirin.Di dema hevdîtinê de dîmenên  dilbikeser û bi kovan  pêk hatin.Fesîh Çetînkayayê ku di êrîşa mizgeftê de birîndar bûbû jî tiştên ku wê rojê pêk hatibûn ji aliman re anî ziman.

Her weke ku ew ê bê bîran di 26ê Hezîrana 1992an  êvara înê de 10 misliman di mizgeftê de ji teref PKKê ve hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.