Almanya: Ewlehîya îsraîl di navenda polîtîkaya me ya derve de ye

Almanya: Ewlehîya îsraîl di navenda polîtîkaya me ya derve de ye

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Maas destnîşan kir “Ewlehîya îsraîl di navenda polîtîkaya me ya derve de ye” û ji siyonîstan re peyama “piştevanîyê” da.

Heîko Maasê Wezîrê Karên Derve yê Almanya çû  wan axên ku ji teref siyonîstên îşxalker û terorîst ve hatine dagirkirin û li wê derê, di dema ziyareta ku kir de destnîşan kir “Ewlehîya îsraîl di navenda polîtîkaya me ya derve de ye” û ji siyonîstan re peyama “piştevanîyê” da.

Maas roja yekşemê berî ku biçe Telavîvê li Almanya qala pêwendîya taybet a Almanan a bi siyonîstan re kir û dû re wiha got: “ Ew piştevanîya ku Almanya digel îsraîl di nav de ye; parastina ewlehîya îsraîl û micadeleya li dijî antîsemîtîzmê ye. Ewlehîya îsraîl di navenda polîtîkaya me ya derve de ye. Em dixwazin pêwendîya xwe taybet a bi îsraîl re bihêztir bikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.