Amed; navê bawerî, îman û biratîyê ye

Amed; navê bawerî, îman û biratîyê ye

Resteoreya mizgefta ku binavê 5emin Herema Şerif tê binavkirin Mizgefta Mezin a Amedê didome. Beşa mizgeftê ya şafîyan bi merasimekê vebû.

Ji teref Midûriyeta Giştî ya Weqifan a Amedê ya ku restoreya Mizgefta Mezin a Amedê didome, beşa şafîyan  bi beşdarbûyîna Alikarê Serokwezir Bulent Arinç ve bi merasîmekî vebû.  Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz û walîyê Amedê jî beşdarê merasîma vekirinê bû.

Vekirina beşa şafîyan bi xwendina Qur’ana pîroz dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm, Alikarê Serokwezir Bulent Arinç û  Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz axaftinek kurtasî kirin

Alikarê Serokwezir Arinç di axaftina xwe de li ser taybetîya Mizgefta Mezîn sekini û got ev Mizgefta Mezîn a Amedê ji bo cihana îslamê gelek girîng e.

Arınç axaftina xwe wiha domand: Gelê Amedê misilmanê, bi bawerî û îbadetê xwe ve girîdayê. Em bi vê exlaqê Amedê gelek şanaz in. Amed ne navenda dabeşbûn, cudabûn û pevçûnê ye. Amed; navê bawerî, îman û biratîyê ye.

Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz jî  di merasime de ifade kir ku Amed xezîneyek manewî ye divê em vê mîrasê baş bi nifşê dahatû bidin nasîn û bigîhîne vê neslê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.