Amerîka: Em çekan didin kurdan

Amerîka: Em çekan didin kurdan

Ji Amerîka daxuyaniya fermî: Em çekan didin kurdan

Berdevka Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Harf: DAIŞê çekên giran bidest xistin. Pêwîstiya kurdan jî bi hinek çek din heye. Em jî vê yekê pêk tînin”

Berdevka Wezareta Derve Marie Harf, di daxuyaniya çeapemenî ya rojane de, li ser pirsa; “DYA alîkariya çekan li Herêma Kurdistanê dike”, got, “DAIŞê çekên giran bidest xistin. Pêwîstiya kurdan jî bi hinek çek din heye. Em jî vê yekê pêk tînin û em dê bêhtir alîkariyê jî bidin.”

Harf, bal kêşa ser tifaqa navbera kurd û iraqiyan de û got “Em hemû dibin alîkar û li hinekê rêyên din digerin ku bêhtir alîkariyê bidin kurdan.” Herwiha got, alîkariya ew li kurdan dikin bi agahdariya hikûmeta Iraqê pêk tê.

Rêvebirê Operasyonên Pentagonê William Mayville jî daxuyaniyek da û ragihand ku pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi cebilxaneyê û çekan heye, ew jî hewl didin ku alîkariyê bidin.

Li gorî ajansên Amerîkayê heta niha alîkariya çekên sivik hatiye dayîn û bi awayekî veşartî ev yek tê pêkanîn.

 
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.