
Amerîka: Em ê ji Minbicê venekişin
Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîka General Joseph Votel destnîşan kir ew ê Amerîka ji Minbicê venekişe.
Ji teref Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîka General Joseph Votel ve hat destnîşankirin ew ê Amerîka ji Minbicê venekişe.
Votel di daxuyanîya ku da televîzyona CNNyê de destnîşan kir ew ji vekişîna ji Minbicê nafikirin û dû re wiha got: “Ev yek di rojeva me de tune ye.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya ku heftîya borî da de destnîşan kir ew ê operasyona Efrînê bi ya Minbicê berdewam bike. Her wisa Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî roja şemîyê diyar kiribû “Divê Amerîka demildest ji Minbicê vekişe û pêwendîya xwe ya bi YPGê re qut bike.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.