Artêşa Îsraîlê dest bi operasyonên xwe li ser Xezayê kir
Artêşa Îsraîlê dest bi operasyonên xwe li ser Xezayê kir
Êrîşên balafirên artêşa qatil Îsraîlê li ser Xezayê îro sere sibehê car din destpêkirin.
Ev êrîş piştî wê yekê hat ku Îsraîl û aliyên Filestînî derbarê dirêjkirina agirbesta ku duh sibehê bi dawî hat, li hev nekirin.
Duh jî, 5 filestînî di encama êrîşa balafirên Îsraîlê li kerta Xezayê de hatin kuştin, herwiha 2 xwepêşander filestînî jî li Kerta Rojava hatin kuştin.
Ew 2 hemwelatiyên filestînî, di xwepêşandanên duh li bajarên el-Xelîl û el-Bîre li Kerta Rojava ya Filestînê hatin kuştin.
li gor daxuyaniya berdevkê wezareta tenduristiyê li Xezayê Eşref el-Qudre, di 33 rojên operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de, 1898 kes hatine kuştin û 9837 kes jî birîndar bûne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.