Artêşa Tirkîyê sîperên PYDê bombe baran dike

Artêşa Tirkîyê sîperên PYDê bombe baran dike

Hat ragihandin ku Artêşa Tirkîyê dest bi bombe barana sîperên PYDyê yên li Sûrî kiriye.

Hat ragihandin ku Artêşê Tirkîyê PYDya ku bajarê Heleba Sûrî dorpêç kiriye û li wir bicî bûye daye ber bombe baranan.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyaniya xwe de wiha destnîşan kir: “Hewce kir ku em rêbazên angajmanan pêk bînin. Di çarçova rêbazên angajmanan de di Azez û hawîrdora wê de hêzên ku tehdîd bûn li wan mukabele hatiye kirin.”

Davutoglu di domahiya daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: “Doh û îro heman hêzên hevkar, ev rêxistina ku niçika wê bi rejîma Sûrî re heye û her wiha bi bombe baran kirina gelê siwîl ya ji teref Ûris ve ev rêxistina terorê êrîşê li Azezê kiriye. Helwestên me yên di derbarê vê yekê de eşkere ne. Di dema van êrîşan de sinûrên me hatin tacîz kirin. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku em rêbazên angajmanan pêk bînin. Îro di çarçova rêbazên angajmanan de li dijê hêzên ku di Azez û hawîrdora wê de wek tehdît in li wan muqabele hatiye kirin.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.