Asayîşa PYD li Kobanî endamekî polîtburoya PDK-S girt

Asayîşa PYD li Kobanî endamekî polîtburoya PDK-S girt

Asayîşa PYD li Kobanî endamekî polîtburoya PDK-S girt

Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, 8 endamên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin.


Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duh derdora saet 9:00 êvarê, asayîşa gundê Girik yê bi ser Kobanî ve,  li gundê Kêfûnê ku bi derdora 40 km li Başûrê herêma Kobanî ye, 8 endamên PDK-Sê ku tevlî panelekê bûbûn,girtin.


Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Hêzên asayişê berî ku derbasî nav panelê bibin, gule bi ezman de berdan û kesên ku di panelê de beşdarbûn îhanet kirin û wêneyên Mele Mistefa Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên bi dîwarê malê de daliqandî, lêkirin û şewitandibûn.

Di nava her 8 girtiyên PDK-Sê de, endamê polîtbîroyê Mislim Mihemed û çend endamên din ên komîteya herêmî ya wê partiyê hene.

Heta niha asayişê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.