Asta ava çemên Tunca û Merîcêdadikeve
Piştî ku li Edîrnê û derdora wê baran sekinî re asta ava di çemên Tunca û Merîcê de dadikeve.
Barana ku îro çend rojan li Edîrne û derdora wê dibarîye û berfa ku li Bulgaristanê dihelîya bû sedem ku çemên Tunca û Merîcê bi ser ve biçin û di netîcê de gelek pir û mal di bin avê de man.
Piştî ku çem bi ser ve çûn ekîbêb Midûrtîya Rewşa Acîl û Afetê yên Bajêr ên Walîtîya Edîrnê ketin ber hev û heta 24 seatan li ber kevîyên çeman nobedê girtin. Li gor îxbarên ku hatin kirin ekîban canê gelek însan û heywanan rizgar kirin.
Piştî ku li Edîrnê û derdora wê baran sekinî re asta ava di çemên Tunca û Merîcê de dadikeve. Di daxuyanîya ku ji teref Midûrê Herêma 11emîn a DSÎyê ve hatiye belavkirin de hat desdtnîşankirin di çeman de asta avê di asta hişyarîya sor de ye, lê belê hin bi hin asta ava di çeman de dadikeve.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.