Baba Amro dorpêçkirî ye û tê bombebarankirin

Baba Amro dorpêçkirî ye û tê bombebarankirin

Hewlêr, 29 Sibat (AKnews) – Hêzên rejîma Sûrî roja çarşemê ji sibê ve êrîşa devera Baba Amro li bajarê Humsê kirin, ji bo kontrolkirina wê deverê ku niha li bin destê hêzên dijbereyê de ye

Hewlêr, 29 Sibat (AKnews) – Hêzên rejîma Sûrî roja çarşemê ji sibê ve êrîşa devera Baba Amro li bajarê Humsê kirin, ji bo kontrolkirina wê deverê ku niha li bin destê hêzên dijbereyê de ye.

Li gor Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê, nêzîkî yek meh e ku Baba Amro ji aliyê hêzên Sûrî ve bi berdewamî dihê bombebarankirin.

Topbarankirina taxê Baba Amro û çend taxên din li bajarê Himisê bo roja 26emîn li pey hev berdewam e.

Çalakvanên Sûrî dibêjin ku endamên Artêşa Azad a Sûriyê bi tundî bersîngê hêzên rejîmê digirin û ta niha hêzên rejîmê nikarîne derbazî nav wê taxê bibin.

hr (Aknews)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.