Bahoz û barana dijwar li Rihayê tesîrdar bû

Bahoz û barana dijwar li Rihayê tesîrdar bû

Piştî bahoz û barana zêde ya ku li navçeyên Birecik û Wêranşar ên Rihayê tesîrdar bû, hemû saziyên perwerdehiyê ji bo rojekê hatin girtin.

Walîtiya Rihayê ragihand ku ji ber baran û tofana zêde ya îro li navçeyên Birecik û Wêranşarê hemû saziyên perwerdehiyê ji bo rojekê ders hatine rawestandin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku dê ji karmendên xwedî pêdiviyên taybet, jinên ducanî û yên bi nexweşiyên kronîk re rojek betlaneya îdarî bê dayîn.

Walîtiyê ji bo welatiyê ku wefat kiriye sersaxî xwest, ji bo birîndaran şifaya bilez xwest û ji bo hemû welatiyên ku ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş bandor bûne jî hêviya başbûnê kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.